DYE’yê duh bi şev êrîşên hewayî li ser herêmên cur be cur ên Îranê pêk anî. Di êrîşan de qadeke leşkerî ya li Buşehrê hate hedefgirtin. Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyanî weşand û diyar kir ku bi van êrîşan peymana ji bo bidawîkirina şer, hate binpêkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Artêşa terorîst a DYE’yê 8’ê Tîrmeha 2026’an roja çarşemê di saetên siharê de fikraya 4’an a maddeya 2’yan a Şertê Neteweyên Yekbûyî bi eşkere binpê kir û li ser navendên şopandin û çavdêriyê yên li peravên başûrê Îranê êrîşên leşkerî pêk aniye. Ev çalakiyên êrîşkar di heman demê de tê wateya binpêkirina maddeya 1’an a peymana ji bo bidawîkirina şer.”
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku êrîşên li ser Îranê rageşiya li herêmê zêde kiriye û destnîşan kir ku berpirsyarê vê DYE ye.
‘ÇAVKANIYA ÊRÎŞÊ Û NAVENDÊN WÊ DÊN BÊN HEDEFGIRTIN’
Wezareta Karên Derve bi bîr xist ku bi taybetî welatên cîran ên li peravê başûrê Kendava Basrayê, hemû dewlet berpirsyar in ku nehêlin xaka wan ji bo êrîşên li dijî Îranê were bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştgiriya ji bo êrîşên li ser Îranê, tê wateya hevkariya sûc. Her wiha berpirsyariyên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo parastina aştiya herêmî û navneteteweyî hate bibîrxistin û hate diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Îranê di çarçoveya madeya 51’an a Şertê Neteweyên Yekbûyî de wê desthilatdarî û ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze, çavkaniya êrîşê û navendên wê dê bên hedefgirtin.